Li bajarê Basel ê Swîsreyê Konferansa Akademiya Modernîteya Demokratîk tê lidarxistin.
Di konferansê de peyama mezinkirina têkoşîna enternasyonal hat dayîn.
Konferans li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Baselê tê lidarxistin .
Ji Ewropa, Efrîka, Latîn Emerîka û Asyayê gelek sazî tevlî dibin.
Di konferansê de krîza modernîteya kapîtalîst, rêyên çareseriya krîzê û perspektîfên çareseriyê tên nîqaşkirin.
Her wiha bi konferansê tê xwestin ku valahiya navbera tevgerên civakî yên li parzemînên cuda bê dagirtin.
Her wekî perspektîfên hevpar bêne berfirehkirin û xetên berxwedanê yên stratejîk bêne avakirin.
“Paradîgmeya Rêber Apo rê nîşan dide”
Di konferansê de paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan tê nîqaşkirin.
Konferans bi panela bi sernavê “Perspektîfên tayînkirina çarenûsa neteweyan û di sedsala 21’ê de xweserî” hat lidarxistin.
Di vê panelê de ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Mahmut Şakar, Aratz Estonba, Soratî Kadîr, Orimîa û Adrîana Endavant pêşkêşî kirin.