Li Herêma Kurdistanê pênc komên terorîstên DAIŞ’ê ku ji 55 çeteyan pêk tên hatin girtin.
Di nav çeteyên hatî girtin de 3 serçete hene.
Hewldanên çeteyên DAIŞ’ê ku plan dikirin li çendîn bajarên Herêma Kurdistanê êrişan pêk bînin hatin pûçkirin.
Asayişa Herêma Kurdistanê di operasyonekê de 5 komên çeteyên DAIŞ’ê li nav xaka Herêma Kurdistanê girtin.
Asayişa Herêma Kurdistanê bi daxwiyaniyekê ev yek piştrast kir û got:
“Komên çeteyên DAIŞ’ê plan dikirin li çendîn bajarên Başûrê Kurdistanê êrişên bixwîn pêk bînin.
Agahî ji ji hêzên me yên Operasyonê re hatin , lewma hêzên me ketin tevgerê û bi ser wan de girtin .
Li Silêmanî, Germiyan, Helebce, Şarezûr û Herêmên Veqetandî (madeya 140) odeyên operasyonan hatin pêkanîn .
Piştî 5 mehan ji xebata berdewam li ser bingeha delîl û agahiyên berfireh li ser şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê,ew hatin girtin.
Di operasyonan de 55 çeteyên ku endamên şebeke û komên DAIŞ’ê bûn hatin girtin, ku 3 ji wan serçete ne.”