Erdogan: Em ne deyndarê Îsraîlê ne

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokwezîrê Almanyayê li Berlîna paytexta Almanyayê civiyan.
Erdogan ragihand ku Îsraîlê heta niha 13 hezar Filistînî kuştine ku jin, zarok û kesên bi temen di nav wan de ne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi serdanekê çû Almanyayê.

Erdogan piştî civîna xwe ya ligel Serokkomarê Almanyayê, bi Serokwezîr Olaf Scholz re jî civiya.

Erdogan û Scholz piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz behsa şerê Hemas û Îsraîlê kir û got:

“Em vê çalakiya terorî bi tundî şermezar dikin.

Armanca me çareseriya du dewletî ye. Mafê hebûnê yê Îsraîlê ji bo me xeta sor e.”

Piştî Scholz Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan axivî.

Erdogan ragihand ku Îsraîlê 13 hezar Filistînî li Xezeyê kuştine ku jin, zarok û kesên bi temen jî di nav wan de hene û got:

“Di Tewratê de kuştina zarokan cih nagire.”

Recep Tayyîp Erdogan Îsraîl bi wê yekê tohmetbar kir ku çekên wê yên atomî hene û got:

“Eger hûn ji Îsraîlê bipirsin dê bibêje min ev çek nînin. Ew derewan gelekî bi başî bi kar tînin.

Deynê Îsraîlê li me nîne.”

Back to top button