Şaredariyên Herêma Cizîrê piraniya projeyên îsal bi dawî kirin

Şaredariyên gel ên herêma Cizîrê rêjeyeke mezin ji projeyên xwe yên îsal bi dawî kirin. Li kantona Hesekê 160 proje hatin pêkanîn û li Qamişloyê 208 proje dewam dikin.

Der barê mijarê de hevserokê Komîteya Şaredariyan a Kantona Hesekê Ristem Bekir axivî got:

“Di projeyên Komîteya Şaredariyan de; projeyên kanalîzasyon, xîzkirina rêyan, projeyên qîrkirinê, hin projeyên xweşikkirina bajaran mîna projeyên ronîkirinê, hene.”

Komîteya Şaredariyan a Hesekê îsal projeyên avê berfireh kirin.

Li Hesekê 160 proje piranî bi dawî bûn, hin jî didomin.

Heta niha ji sedî 60 proje hatiye temamkirin.

Projeyên qîrkirinê li gelek cihan bi dawî bû.

Li Qamişloyê şaredariya gel ji sedî 80 plana xwe ya 2023′yan pêk aniye.

Li gorî cîgirê hevserokatiya Komîteya Şaredariyan a Qamişloyê Mesûd Yûsif, tevahî şaredariyên li kantonê projeyên xwe li gorî plana 2023′yan didomînin.

Ji destpêka îsal ve ji sedî 80 proje pêk hatine.”

Back to top button