25 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

25 Rojin agahî ji edîtorê başa erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed nayê girtin. Li hemberî girtina Silêman Ehmed zêde dibin. Rojnamevanên Hewlêrê axifîn û gotin : “Li Herêma Kurdistanê azadiya fikir û raman di metirsiyê deye”.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê.

Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 25 rojin agahî jê nayê girtin.

Bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman xwarin û îtiraf kirin ku ew revandine.

25 rojin aqûbeta Silêman nayê zanîn. Derbarê mijarê de rojnamevanên Hewlêrê axivîn.

Hamid Mihemed: Binpêkirinên li hemberî rojnamevana zêde dibin

Rojnamevan Hamid Mihemed da zanîn ku li Başûrê Kurdistanê karê rojnamevaniyê di metirsiyê deye, wek sedem jî got;

“Ji ber ku rojnamevan li ser karê xwe tên girtin û ev yek dewam dike.

Binpêkirinên li beramberî rojnamevanan ên ji aliyê destilatê ve dewam dikin.

Li gorî daneyên rêxistinan, roj bi roj binpêkirinên li beramberî rojnamevanan zêde dibin.”

Emer Mame Kurde: Divê ji bo Silêman Ehmed bertek zêde bibin

Rojnamevanê bi navê Emer Mame Kurde jî li ser heman mijarê nerînên xwe anî ser ziman.

Li gorî Emer Mame Kurde, li Başûrê Kurdistanê azadiya rojnamevaniyê hatiye sînordar kirin.

ji ber ku rojnamevan dema karê xwe dike tê tometbarkirin û girtin.

Ji bo vê pêwîste her kes dengê xwe derbixin û daxwaza mafê xwe bikin.

Divê li hemberî girtina rojnamevan Silêman Ehmed bertek zêde bibin”

Rojnamevan û hempîşeyên wî yên Şîrketa Çetir ya Medyayê jî axivîn.

Rojnamevan Şadyar Şoriş got;

“Li dijî revandina hempîşe û hevalê me rojnamevan Silêman Ehmed bertekek mezin çêbû.

Em weke hevkarên wî û xebatkarên Çapemeniya Azad, revandina wî ji aliyê PDK’ê ve bi tundî şermezar dikin.

Herwiha em bang li aliyên peywendîdar dikin ku hevalê me Silêman Ehmed divê demildest bê berdan.

Hawrê Karwan jî têkildarî mijarê wiha got:

“Ev nêzîkatiya PDK’ê ya li dijî rojnamevan û azadîxwazan şermezar dikim.

Silêman Ehmed ne rojnamevanê yekem û yê dawî ye ku bi vî rengî reftar lê tê kirin.”

“Divê zexta berdana ji bo Silêman Ehmed berdewam be”

Back to top button