Ev 20 rojin aqûbeta rojnamevan Silêman Ehmed nayê zanîn

Ev 20 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin nayê wergirtin.
Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa ROJNEWS’ê Silêman Ehmed roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 20 rojin agahî jê nayê girtin.

Nerazîbûnên li hemberî revandina rojnamevan Silêman roj bi roj zêde dibin.

Tevî hemû bangan jî PDK û rayedarên herêmê bêdengin.

Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Silêman Ehmed nêzî 5 salin Edotorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê ye.

Ajansa Rojnewsê daxwaz dike ku aqûbeta endamê wan Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û ew bê berdan.

Back to top button