Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) derbarê qedexeya PKKê ya li Almaniya yê daxuyaniyek weşand û tê de bang li kurdistaniyên li Ewropayê kir ku di 18’ê Mijdarê de li Berlînê tevlî meşa ku wê li dijî qedexeya PKK’ê bê li darxistin bibin.
Di encama têkiliyên siyasî û aborî yên Almanyayê bi Tirkiyê re, di sala 1993’an hikûmeta wê demê ya Almanyayê pêvajoya qedexekirina xebatên PKK’ê li Almanyayê da destpêkirin.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) ji bo rakirina qedexeya PKK’ê ya li Almanyayê daxuyaniyek nivîskî weşand:
KCDK-E’yê diyar kir ku rakirina qedexeya PKK’ê ya li Almanyayê wê rê li ber çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêkanîna demokrasiyê li Tirkiyê veke û got:
Dewleta Tirkiyê bi vê biryarê xwest ku çareseriya pirsgirêka kurd a bi riyên demokratîk asteng bike.
Ev qedexe gav bi gav hatiye pêşxistin û hema bêje li Ewropayê ketiye pratîkê.
Têkoşîna mafdar û rewa ya azadiya gelê Kurd bi têgeha ‘terorê” hatiye helandin.
Di nav qedexeyên dewleta Alman de qedexekirina al, pankart, wêneyên Rêbertî, meş, mafê rêxistinbûn û kombûnê heta girtin.
Her wiha avêtina siyasetmedaran a li zindanan derket.
Ev zext û qedexeya li ser gelê Kurd ku li Ewropayê hejmara wî ji 3 milyonî derbas dibe, pêkanînek antîdemokratîk e.
KCDK-E’yê diyar kir ku ji ber vê neheqiya gerdûnî ya ku bi qedexeya PKK’ê ve pêk hatiye, dewleta Tirk bi salan e li Kurdistanê qetlîaman dike û wiha domand:
Ev helwesta berdewam û rêbaza qirkirinê ya pir kevn pirsgirêkan çareser nake, kûrtir dike.
Zirarê dide demokrasî û hiqûqa navneteweyî.
PKK tevgereke hevpar a nasname, baweriyên cuda û jiyana azad a jinê diparêze.
Li ser navê mirovahiyê li dijî DAÎŞ’ê şer kir û ew têk bir.
Berdewamkirina vê qedexeyê ne tenê rê li ber pêşketina demokrasiyê digire, di heman demê de rê li ber dîktator Erdogan a bi hişmendiya DAÎŞ’ê jî vedike û alozî û qeyrana li herêmê jî kûrtir dike.
KCDK-E: Divê 18’ê Mijdarê gelê me li Berlînê tevlî meşa dijî qedexeya PKK’ê bibin
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa daxwaza rakirina qedexeyê kir û got:
Ev daxwaz ne tenê weke daxwaza saziyên Kurd û gelê Kurd e, daxwaza beşên civakê yên cuda yên li welatên cuda ye.”
KCDK-E di dawiya daxuyaniya xwe de ban li kurdistaniyan kir ku li dijî qedexeya PKK’ê tevlî çalakiya ku wê 18’ê Mijdarê li berlînê bê li darxistin bin.



