Hesekê-Çalakiya konvedanê di roja 4.de didome

Çalakiyên ji bo piştgiriya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” zêde dibin.
Pêkhateyên ereb yên Şedadê û Mergeda serdana kon kirin.
Serokeşîrên herêmê ku di bin kon de axivîn diyarkirin ku Rêber Apo bi fikrê xwe îro bûye hêviya hemû gelan.

Li bakur û rojhilatê Sûrî çalakiyên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” didomin.

Çalakiya konvedanê ya li bajarê Hesekê ya ji bo piştgiriya pêngava azadiya Rêber Apo di roja 4’an de dewam dike.

Pêkhateyên ereb yên şedadê û mergeda serdana kon kirin..

Di çalakiyê de, beşdarvanan diyarkirin ku dewletên komploger çi bikin wê nikarin îradeya me ya azadiya fîzîkî a Rêber Apo têk bibin.

Back to top button