Xerîb Hiso: Yekane riya çareseriyê Rêber Apo ye

Hevserokê TEV-DEM′ê li ser çalakiyên ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin got, ev çalakî bi nirx in, ji 7 heta 70 salî ji bo azadiya Rêber Apo tê dikoşin.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Xerîb Hiso pêngava cîhanî ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” nirxand.

Xerîb Hiso da xuyakirin ku pêngav girîng e, di pêvajoyeke girîng de hate destpêkirin û bandoreke rasteqîn çêkir û anî ziman ku çareseriyên tevahî alozî û pirsgirêkan li cem Rêber Apo in û wiha nirxand:

“Êdî her kes dizane ku çareseriyên tevahî alozî û pirsgirêkên di serdema me heyî de li cem Rêber Apo in.”

Xerîb Hiso: Em ji bo şikandina tecrîdê bûne yek

Rêyên çareseriyê li cem hêzên hegemonîk tune ye.

Çareserî li cem Rêber Apo ye. Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo gelên ku ev pêngav dane destpêkirin destkeftiyek e.

Wê dengê gel nesekine heta ku dengekî ji Rêbertî bibhîze û rewşa wî nas bike.

Her kes ji bo yek armancî an ku ji bo şikandina tecrîdê bûne yek.”

Xerîb Hiso: Bi tecrîdkirinê her kes tê hedef girtin

Xerîp Hiso bal kişand ser tecrîda li dijî Rêber Apo û anî ziman ku bi tecrîdkirinê re her kes tê hedefgirtin û got:

Tecrîd di radeya yekemîn li ser Tirkiye, piştre jî li ser gelan xetere ye.

Di siberojê de jî wê dewleta Tirk berdêlên giran bide. ji ber ku faşîzm ne cihê çareserî ye.”

Xerîb Hiso: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê çalakî xurtir bibin

Hiso anî ziman ku berdêl çi dibe bila bibe, divê tecrîda giran a li ser Rêber Apo were şikandin û got:

li ser asta Kurdistanê jî divê her kes têkoşîna li dijî tecrîdê erkeke neteweyî û exlaqî bibîne.

Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojekê jî têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo nesekiniye.

Ji 7 heta 70 salî her kes têkoşînê dike. Kon tên vedan û panel tên lidarxistin.

Ev çalakî bi nirx û watedar in. Em bang dikin ku divê çalakiyên ji bo Rêber Apo xurtir bibin.”

Back to top button