Ristevanên Ronahiyê: Tabloyeke şehîdên têkoşîna azadiya jinan

Pêşangeha Berxwedana Jinan’ li bajarên herêma Cizîrê dewam dike. Di pêşangehê de tabloya ‘Ristevanên Ronahiyê’ ya jinan bala beşdarên pêşangehê dikişîne.

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn pêşangeha bi navê ‘Pêşangeha Berxwedana Jinan’ li Qamişlo jî hate vekirin.

Pêşangeh di çarçoveya çalakiyên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de bi rê ve diçe.

Di pêşangehê de 45 tabloyên 30 şêwekarên jin tên pêşandan.

Ji wan tabloyan a bi navê ‘Ristevanên Ronahiyê’ bala beşdaran dikişîne.

Di tabloyê de portreyên jinên şehîd hatine xêzkirin.

Tablo ya şêwekar û xwendekara Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Rojava Hêvîn Ebdo ye.

Hêvîn Ebdo got, di tabloya xwe de rengê spî serdest kiriye, ji berku nîşaneya aştiyê ye û rengê tarî yê li paş wêneyên şehîdan jî êrişên dagirkeran dinimînin.

Back to top button