Torîna Lucîa: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin

Aktivîsta Tevgera Ciwanan a Torîno Lucîa anî ziman ku ew ê weke ciwan, ji bo azadiya Rêberê Abdullah Ocalan têkoşîn û şerê xwe bidomînin.

Aktivîsta Tevgera Ciwanan a Torînoyê Lucîa ku ji bajarê Torîno yê Îtalyayê beşdarî konferansa ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû, atmosfera konferansê, tecrîda li ser Rêberê Apo nirxand.

Lucîa anî ziman ku li hemberî modernîteya kapîtalîst bersiveke nû.

Afirîner û demokratîk nîqaş kirin û konfederalîzma demokratîk hêviyê dide.

Lucîa da zanîn ku fikrên Abdullah Ocalan ji bo hemû cîhanê rê pêşniyarek e û wiha pê de çû:

“Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdê de ye.

Lê tu carî dev ji xebata ji bo me, ji bo şoreş û ramana azadiyê berneda.

Pirtukên wî ji bo hemû cîhanê rê û pêşniyarek e.

Pêdiviya me bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan heye.

Em ciwan divê ji bo azadiya wî şer bikin.

Heta ku azad bibe em ê têkoşîn û şerê xwe bidomînin.”

Ciwanên Mexmûrê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin

Back to top button