Pira ezmanî ya alîkariyê ji Ewrûpa ber bi Sûriyê ve

2 balafirên alîkariyê ji bo mexdûrên erdheja 6ê Sibatê ji yekîtiya Ewrûpayê gihîştin Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê.

Komîseriya Ewrupayê ragihand ku îro 2 balafirên bi alîkariyê barkirî, ji bo mexdûrên erdhejê, ji Ewrûpa gihiştin Şamê.

Her wiha komîseriyê diyar kir ku alîkariya gihaştî Şamê, beşek ji pir ezmanî ya Ewrupayê ber bi Sûriyê ji bo mexdûrê erdhejê ye..

Komîseriya Yekîtiya Ewrûpa: 2 balafirên alîkariyê îro gihiştin Şamê

Li gorî Komîseriyê, wê 420 ton alîkarî bi rêya vê pira ezmanî bê şandin ku ji wan 225 ton bi buhaya 1,1 milyar Euro ji depoyên Yekîtiya Ewropayê ne.

Her wiha Komîseriyê îşaret bi wê yekê jî kir ku heta niha Yekîtiya Ewropayê bi giştî 10 milyon euro alîkarî ji bo rûbirûbûna encamên erdheja li Sûriyê pêşkêş kiriye.

Back to top button