Munîr Edîb: Hîn jî metirsiya dubarebûna êrişa li ser girtîgeha Sînaa heye

Pisporê tevgerên îslamî û terorîzma navneteweyî Munîr Edîb destnîşan kir çeteyên DAIŞ’ê ji mijûlbûna civaka navneteweyî bi şerê li rojhilatê Ewropayê û Rojhilata Navîn re, sûdê werdigire û got:
“Ger civaka navneteweyî di xemsariya xwe de bimîne metirsiya dubarebûna êrişa li ser girtîgeha sînaa heye.
Çareseriya rastîn ew e ku çeteyan vegerînin welatên wan û li wir jî bên darizandin.”

Bi mijûlbûna cîhanê bi şerê Îsraîl û Hemasê re, metirsî heye ku çeteyên DAIŞ’ê vê rewşê li gorî xwe bi kar bînin û xwe ji nû ve bi rêxistin bikin.

Piştî derbasbûna 2 salan ser êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê re, ev metirsî careke din derdikeve holê.

Derbarê vê yekê de Pisporê tevgerên îslamî û terorîzma navneteweyî Munîr Edîb axivî.

Munîr Edîb diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji mijûlbûna civaka navneteweyî bi şerê li rojhilatê Ewropayê û Rojhilata Navîn re, sûdê werdigire û wiha pê de çû:

“Hin dewlet hene destekê didin çeteyên DAIŞ’ê û civaka navneteweyî li hember van dewletan bê deng e.

Ev yek jî tê wateya ku îradeyeke rastîn a civaka navneteweyî ya ji bo têkbirina çeteyên DAIŞ’ê tune ye.”

Munîr Edîb: Çareserî ew e ku divê çete werin darizandin

Munîr Edîb anî ziman ku hin dewletan girtîgeha Sînaa topbaran kir û wiha domand:

“Tevî ku ev topbaran derfetê dide çeteyan ku ji girtîgehê birevin jî, lê dîsa civaka navneteweyî bê deng ma.

Bi vê yekê re diyar dibe ku civaka navnetewî bi zanebûn bê deng dimîne.

Ger rewş wisa bimîne metirsiya dubarebûna êrişa li ser girtîgeha sînaa heye.

Çareseriya rastîn ew e ku wan çeteyan vegerînin welatên wan û li wir jî bên darizandin.”

Hevgirtina gelan hevalbendiya zordestan li girtîgeha Sînaa û Dêrazorê têk bir

Back to top button