Amerîka ji bo Îranê bêne ser daxwaza xwe bi tundî êriş pêk anî.
Di êrişên xwe yên dawiyê de pir û saziyên stratejîk yên li dora Tengava Hurmuzê kir armanc.
Tehran dibêje 37 kes mirine û nêzî 400 jî birîndarin.
Hemwextî vê Îranê jî bi mûşekan êrişî Qeter, Behreyn, Kuweyt û hin welatên Kendavê kir.
Bi derbasbûna rojan re, asta şer û belavbûna wê jî zêde dibe.
Piştî danûstandinên dijwar yên navbera DYA û Îranê careke din şer gur bûye.
Di roja şeşan a êrişê de, careke din xalên Îranê yên li derdora Tengava Hurmuzê bûn armanca êrişên Amerîka.
Li gorî agahiyan, di êrişan de pir û rêyên bejahî yên li bajarê Bandar Xamirê hatin armancgirtin.
Her wiha cihek çavdêriyê ya li Lîmanga Çabaharê jî hat hilweşandin.
CENTCOM: Me li dehan cihên stratejîk yên Îranê xist
CENTCOM ragihand ku di operasyonên şevê de li dehan cihî xistin e.
Rayedarên Îranê eşkere kirin ku di êrişê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan jî birîndar bûne.
Îran: Di êrişan de 38 kes mirine û nêzî 400 birîndarin
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, heta niha 38 kes mirin e û nêzîkî 400 jî birîndar bûne.
Ji van birîndaran 47 kes hîn jî di nexweşxaneyan de tên dermankirin.
Îranê êrişî Qeter, Behreyn û Kuweytê kir
Îranê jî weke bersiv bi mûşekan êrişî Qeter, Behreyn û Kuweytê kir.
Li Qeterê du caran hişyariya çûna stargehan hat dayîn û sîstemên parastina hewayê ji bo astengkirina mûşekan hatin aktîvkirin.
Her wiha artêşa Urdunê ragihand ku sê mûşekên ji aliyê Îranê ve hatibûn avêtin, bêbandor kirin e.
Îranê ji NY û Konseya ewlekariyê re name şand
Di heman demê de Wezareta Derve ya Îranê êrişên Amerîkayê şermezar kir û got;
Washington rêya dîplomasiyê têk biriye.
Nûnerê Îranê li Neteweyên Yekbûyî jî nameyek ji Sekreterê Giştî û Konseya Ewlekariyê ya NY re şand.
Di namenê de, Amerîka bi binpêkirina qanûnên navneteweyî û armancgirtina binesaziyên sivîl tawanbar kir.



