Hikumeta Iraqê di çarçoveya şerê li dijî gendeliyê de pêngaveke nû destpê kir
Mal û milkên 127 kesên ku bi dosyayên gendeliyê têne tometkirin, dê ji bo vegerandina serweta giştî bên desteserkirin.
Li gorî agahiyên medyaya Iraqê, ev ferman rasterast ji aliyê serokwezîr ve hatiye dayîn.
Di vê çarçoveyê de, lîjneyeke taybet hatiye avakirin ku navên 127 kesên ku di dosyayên gendeliyê de cih digirin amade bike.
Iraqê wê dest deyne ser serweta 127 tometbarên Gendeliyê
Armanc ew e ku hemû mal, milk û sermayeyên ku piştî sala 2005’an bi pereyên serweta giştî hatine bidestxistin bên destnîşankirin û desteserkirin.
Li gorî heman agahiyan, di nav van kesan de xwediyên xanî, avahî, otêl û havîngehên giranbiha li Iraq û gelek welatên din hene.
Ev pêngav wekî berdewamiya kampanyaya dijî gendeliyê ya ku ji 28’ê Hezîranê ve destpê kiriye tê nirxandin.
Heta niha jî hejmarek berpirsên pilebilind, parlamenter û bazirgan hatine binçavkirin.
Her wiha bi milyaran dînar pere û bi kîloyan zêr jî hatiye desteserkirin.
Hikûmetê dibêje pêvajoya vegerandina serweta giştî dewam dike.



