Li Îsraîlê rê li ber hilbijartinên nû hate vekirin.
Parlamentoya welêt bi dengdanê xwe fesîx kir û hilbijartina giştî ji bo 27’ê Cotmehê hat diyarkirin.
Serokwezîr Benyamîn Netanyahu jî ragihand ku careke din dê bibe namzed.
Parlamentoya Îsraîlê ya bi 120 endaman, bi 62 dengên erê biryar da ku xwe betal bike û hilbijartinên giştî yên nû li 27’ê Cotmehê bêne kirin.
Berî ku parlamentoyê xwe betal bike, hikûmeta Benyamîn Netanyahu gelek qanûnên nakok ji parlamentoyê derbas kir.
Parlamentoya Îsraîlê xwe fesîx kir: Netanyahu dîsa namzed e
Di nav wan de qanûnên ku desthilatên Serdozgerê Giştî sînordar dikin, kontrola hikûmetê li ser medyayê zêde dikin û piştgiriyên darayî ji bo partiyên siyasî berfireh dikin hene.
Serokê Parlamentoyê Amir Ohana got;
Ev heyama yasayî bi protesto û şerê ku wî “dirêjtirîn û dijwartirîn şerê dîroka Îsraîlê” bi nav kirî, hatiye nîşankirin.
Li gorî rapirsiyan, piştgiriya gel ji bo Netanyahu kêm bûye.
Tevî vê yekê, ew ji bo hilbijartinên 27’ê Cotmehê dîsa namzed e.
Tê payîn ku Serokê berê yê Artêşê, Gadi Eisenkot, yek ji dijberên herî bihêz ên Netanyahu di van hilbijartinan de be.



