Hevgirtina gelan hevalbendiya zordestan li girtîgeha Sînaa û Dêrazorê têk bir

Êrişa DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê ya sala 2022’yan û êrişa şaneyên hikumeta Şamê û dewleta Tirk li dijî Dêrazorê li dû wê bi salekê, komployên herî mezin ên li dijî Rêveberiya Xweser bûn.
Lê hemû pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Asûr, Tirkmen û Çerkesan bi hevgirtina xwe her du êriş têk birin.

Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta tirk êrişên dagirkirina Efrînê da destpêkirin.

Di heman dîrokê de di sala 2022’an de şaneyên DAIŞ’ê êrişî girtîgeha Sînaa ya ku li Hesekê çeteyên DAIŞ’ê tê de girtî bûn kir.

Êriş bi teqandina erebeyeke bombebarkirî ku ber bi deriyê sereke yê girtîgehê pêk hat.

Piştî teqînê derdora 150 çeteyan ji 3 aliyan ve êrişê girtîgehê kir.

Di encama de hin çete li girtîgehê reviyan ketin taxa xwêran, serê hin şêniyan jêkirin û sivîl ji xwe re kirin mertal.

Hêzên QSD, YPJ û Asayîşê bi awayek lez û bez derstwerdan kirin û cihên şer û pevçûnan dorpêç kirin.

Hemû şêniyên Hesekê jî piştgiriya QSD’ê kirin û eniyên paş parastin.

Plana dewleta Tirk û fitneya hikûmeta Şamê

Hêzên ewlehiyê bi pêngava Gurzê Gelan 26’ê çile ev plan têkbir û raghandibû ku 121 sivîl û şervan şehîdbûne, saziya malbatên şehîdan bi daxuyaniyek destnîşankir ku di encama lêkolînên berfireh de derket holê ku 114 sivîl û şervan şehîd bûne.

Her wiha 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Çeteyên ku di êrişa girtîgeha Sinaa de cih girtin ji xwe mikûrhatin ku ji aliyê tirkiyê û hikûmeta şamê ve hatine rêxistinkirin.

Plana Tirkiye û hikûmeta Şamê ya li Dêrazorê didome

Ev hêzên ku plana wan a girtîgeha Sinaa jî neçû serî vê carê di 25’ê Tebaxa 2023’an de li xeta Dêrazorê xwestin bi rêka hin koman li herêmê planên xwe pêkbînin.

Li ser daxwaza rûspiyên êlên Dêrazorê di 27’ê Tebaxa 2023’yan de QSD’ê Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ragihand.

Hikumeta Şamê û dewleta Tirk bi vê planê armanc kir ku şerek di navbera gelê Kurd û êlên ereb de bide destpêkirin

Hikumeta Şamê ji bo ku bigihêje armanca xwe, çete bi çek kirin û ji berava rojava şandin berava rojhilat a çemê Firatê û di bin navê “Feza Êlan” de dest bi armanckirina QSD’ê kir.

Li aliyê din, dewleta Tirk a dagikrer êriş eniyên paş ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Êlên ereb ên ji Dêrazorê, Tebqa, Reqa, Minbic, Hesekê û Qamişloyê piştgiriyeke mezin dan QSD’ê.

Di encamê de hevgirtina gelan careke din plana hêzên navborî têk bir.

Heta roja me îro jî ev hewildanên dagirkeran didome..

Back to top button