Şêniyên Kobanê: Ji tecrîdê re êdî bes e

Xelkê Kobanê diyar kirin ku tecrîda li dijî Rêber Apo bi erêkirina hêzên navneteweyî ye.

Welatiyê bi navê Zên Ehmed ê ji Kobanê derbarê mijarê de ev tişt anî ziman:

“Komploya li dijî Rêbertî heta roja îro didome.

Bi erêkirina hêzên navneteweyî tecrîd li dijî Rêbertî hatiye ferzkirin.

Em dibêjin ji tecrîdê re êdî bese.”

Welatiya bi navê Rûken Temo jî wiha ev nirxandin kir:

“Heta Kurdek li ser rûyê vê xakê hebe, dewleta Tirk a dagirker ranaweste.

Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye, dema şikandina deriyên girtîgeha Îmraliyê ye.”

Welatiya bi navê Bedîe Îsmaîl jî got gelê herêmê bi saya ramanên Rêber Apo zana bûye û dewleta Tirk a dagirker nikare vîna vî gelî bişkîne û wiha got:

“Armanca me ya îro şikandina tecrîda li dijî Rêbertî ye.”

Îro projeya neteweya demokratîk derbên giran li planên dewleta dan.

Em ê tecrîde bişkînin.”

Xwendekarên Şêrawa li dijî Tecrîda li ser Rêber Apo meşiyan

Back to top button