Çeteyên Dewleta Tirk a dagirker 2 Êzdî yên temenên wan bêhitrî 50 ye, ji Efîrnê revandin.
Malpera Çalakvanên Efrînê diyar kir ku çeteyên bi navê polîsên sivîl ên dewleta tirk a dagirker, doh serê sibehê 2 sivîl ji mala wan a li Efrînê revandin.
Malperê da zanîn ku Seîd Xerîb Hiso yê 58 salî û Xaliya Hisên ya 51 salî Êzdî ne û ji gundê Çiqilê Comê yê Cindirêsê ne.
Beriya hefteyekê Seîd hatibû revandin û piştî dayina 2 Milyon L.S hatibû berdan.
Piştî hefteyekê çete wî û hevsera wî direvînin û destên xwe datînin ser mala wî ya li beramberî baxê Newroz.