Dewleta Tirk a dagirker gundên Kobanê, Qamişlo, Amûdê û Tirbesipiyê topbaran kir

Artêşa Tirk îro Gundên Kobanê ,Zirgan ,Til Temir ,Eyn îsa û Girê sipî topbaran kir.
Her wiha gelek dever li Qamişlo û Amûdê topbaran kirin.
Di encama êrişa li ser Kobanê de ciwanek birîndar bû.

Nûçeghanê me ragihand ku dewleta Tirk Gundê Qeremox , Til Şeîr û rêya Kobanê-Cerablus ya topbarankirin.

Di encama êrişa li Gundê Qeremox ciwanê bi navê Xelîl Mehmûd Bedir yê 18 salî birînda bû.

Her wiha gundên Til Tewîl, Tewîla û Eboş ên Til temirê hatin topbaran kirin.

Di heman demê de navenda navçeya Zirgan hat topbaran kirin.

Di vê çarçoveyê de 6 gundên Eyn Îsa û 5 gundên Girê sipî bûn hedefa êrişên dewleta Tirk.

Hem wextê êrişa li ser Kobanê gundên Amûdê, Qamişlo û Tirbespiyê topbaran kir û qasî 10 top avît van herêmên navborî.

Artêşa dagirker 5 top avît gundê cirnikê 2 top jî avît gundê Hirmê Şêxo yê Amûdê.

2 top li gundê til ziwan ê qamişlo ket.

Topek jî Gundê Rota yê Suriyanî ye girêdayî Tirbespiyê ket.

Back to top button