Çalakiya greva birçîbûnê bi biryardariyeke xurt didome

Çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber Apo a li girtîgehên dewleta Tirk di roja 166’an de ye. Çalakiyên li Mexmûr û Yewnanistanê jî didome.

Çalakiya grevê bi dewrgirtina koma 34’emîn di roja 166’an de ye.

Hat zanîn ku 8 girtiyên jin ên li Amedê di grevê de ne, bi vîrûsa Coronayê ketine.

Parêzerên girtiyan jî diyar kirin ku girtiyên nîşaneyên vîrûsê li wan nîşan didin, têsta wan nayên çêkirin.

Her wiha çalakiya piştgiriyê ya li Mexmûr jî 145 roj li pey xwe hişt.

Çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 128 roj in didome.

Li aliyekî din Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê bi daxuyaniyekê bal kişand ser berxwedana girtiyan.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê tecrîda li Îmraliyê tavilê bi dawî bibe.

Ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan û rakirina tecrîdê bang li Wezareta Edaletê û raya giştî ya neteweyî û navneteweyî hate kirin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Back to top button