KODAR, PJAK: Em hilbijartina Serokkomariyê ya Îranê boykot dikin

Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê KODAR’ê û Partîya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê bang li gelên Îranê kirin ku hilbijartinên Serokomariyê ya Îranê boykot bikin û banga têkoşînê li dijî rêjîma Îranê kir.

Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê KODAR û Partîya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê derbarê hilbijartina 13’an a Serokkomariyê ya Îranê daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de bang li gelên Îranê hat kir ku hilbijartinê boykot bikin.

KODAR û PJAK’ê got rêjîma Îranê bi şêwazek xapînokî hilbijartina encûmenan bi hilbijartinên serokomarî hemwext kiriye, da ku rêjeya tevlêbûna gîştî di çavê cîhanê de berfireh nîşan bide.

Di daxuyaniya hevpar de li ser sedemên boykotkirina hilbijartinê ev xal hatin rêzkirin:

– Zêdetirî çil sal zilm û zorî, qikirina çandî, sîyasî û aborî bi şêwazek kirêt li alîyê rêjîma Îranê berdewam dike.

-Gelê Îranê ji vê pergalê pir aciz û nerazî ye. Lewma baykotkirin nêzîkatîyek demokratîk û radîkal e.

– Rejîma Îranê siyaseta asîmîlasyonê bernedaye û hebûna pirsgirêka Kurd wek mezintirîn pirsgirêka sîyasî a welat nas dike.

– Rejîma heyî stratêjî û bernameyek wê ya rêkûpêk ji bo çareserkirina qeyranên civakî, aborî, jîngehî, çandî, îdeolojîk nîne.

– Rejîm bi astengkirina azadî, mafên demokratîk û zêdekirina cezayan, civak ber bi fetisandinê ve dibe.

Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê KODAR û Partîya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê bang kir ku divê tekoşîna demokratîk a gelan bi şêwazek hevgirtî bi dirûşmeya ‘ na ji bo îdamê, erê ji bo demokrasî’ were rêxistinkirin.

Back to top button