Rûksen Mihemed: Çalakiya Arîn Mîrkan ji bo jinan bû hêz û bawerî

Di salvegera 8’emîn a çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan de, Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed û Hevrêya Arîn Mîrkan Necbîr Agîrî diyar kirin bi pêşengiya Arîn di berxwedana Kobanê de rûpeleke nû hate vekirin. Hat diyar kirin çalakiya Arîn Mîrkan ji bo têkoşîna azadiyê ya Jinan bû hêz û bawerî.

Di salvegera 8’emîn a çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan de, Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed axivî.

Rûksen Mihemed da zanîn ku dîroka Kurdî bi têkoşîn, berxwedan û pêşengtiya jina Kurd tê naskirin.

Rûksen Mihemed destnîşan kir ku çalakiya fedaî ya şehîd Arîn Mîrkan, dengê berxwedana YPJ`ê gihand cîhanê.

Necbîr Agîrî-hevrêya şehîd Arîn Mîrkan

Rêhevala Arîn Mîrkan, Necbîr Agîrî têkildarî salvegera çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan axivî.

Necbîr Agîrî: Arîn Mîrkan çirûska Şoreşa Rojava geş kir

Necbîr Agîrî diyar kir ku Rêwan û Arîn bûne çirûska 19’ê Tîrmehê

Necbîr anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê di şerê Kobanê de xwest şoreşa Rojava têk bibe, lê lê negihişt armanca xwe û got: Bi çalakiya Rêwan û gelek hevalên mîna Rêwan û Arînê çirûska 19’ê Tîrmehê heta niha jî geş maye.

Back to top button