Li Hatayê hîna cenaze ji bin kavilan têne derxistin

Li bakurê Kurdistanê birîna erdhejê hîna nehatiye pêçan.
Li Defne ya Hatayê cenazeyê 8 kesan hatin derxistin.
Bi sedhezaran kesên bêmal mayîn jî di nava şert û mercên zehmet de ne.
Mexdurên li Mereşê daxwaza konteyniran dikin.

Tevî ku 58 roj bi ser erdhejê re derbas bûn jî hêj ji bin kavilan cenaze tên derxistin.

Li Taxa Armûtlû ya girêdayî navçeya Defne ya Hatayê doh di apartmana Mehmet Akbay de cenazeyê zilamê bi navê Şefîk ku paşnavê wî nehate hînbûn hate derxistin.

Li Hatayê 8 cenaze ji bin kavilan hate derxistin

Dîsa ji heman apartmanê wêdetir jî cenazeyê jina bi navê Zelîf Karataş hate derxistin.

Di xebatên rakirina kavilan ên li kolana Çîçek a Taxa Gaziyê didomin jî ji avahiyeke kevin 6 cenaze hatin derxistin.

Hate hînbûn ku cenaze yê koçberên Sûrî ne.

Hate diyarkirin ku li her du taxan jî di bin kavilan de cenaze hene.

Bazarcixî konteyniran dixwazin

Mexdûrên erdhejê yên li Bazarcix a Mereşê di konan de dimînin bi zehmetiyên jiyanê re rojane rûbirû dimînin.

Mexdûrên erdhejê ku daxwaza wan a ji bo konteyneran tê paşguhkirin, ditirsin ku di havînê de nexweş bikevin.

Ji mexdûrên erdhejê Mûstafa Horoz diyar kir ku wan hemû pereyê xwe ji bo xaniyên xwe xerc kirine û piştî ku xaniyên wan hilweşiyane bêçare mane.

Horoz anî ziman ku piştî erdhejê bi 3-4 rojan kon gihiştîne wan û wiha got:

“Gelê me yê welatparêz di 2-3 rojên ewil ên erhdejê de bi hawariya me de hat.

Mirovên me yên welatparêz ên li derve tim alîkarî kirin.

Piştî roja sêyan dewlet daket qadê û kon danîn.

Lê me alîkariya dewletê pir nedît.

Alîkariyên niha tên jî pir hindik in.”

Horoz diyar kir ku hê jî pirsgirêka di warê serşok û avê de nehatiye çareserkirin.

Remziye Zorbayê jî diyar kir ku konteynir nedane wan û got;

Me demeke zehmet derbas kir. Lê gava em derbasî konteyniran bibin dê baştir bibe.”

Hatîce Balçînê jî got:

“Em 6 rojan di bin berf û baranê de bûn.

Ne dewlet ne jî AFAD’ê alîkarî nekir.

Kes nehat cem me.

Tu tiştekî me tune ye.

Alîkarî qet negihaye me.”

Back to top button