Partî, rêxistin û hêzên Kurdistanî bi peyam û daxuyaniyan salvegera 11. a Şoreşa Rojava silav kirin.
Aliyan diyar kirin şoreşa Rojava tevî ambargo û êrîşên dijmirovî ji bo hemû mirovahiyê heviya wekhevî û azadiyê diafirîne.
Her wiha bang li her kesî hate kirin ku li dijî êrişan şoreşa mirovahiyê bi parêzin û xwedî li Rojava derkevin.
Salvegera 11. a şoreşa Rojava ji aliyê gelek partî, rêxistin û hêzên Kurdistanî ve hate pîroz kirin
Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê û Partiya Herêmên Demokratîk DBP ên li bakûrê Kurdistanê bi vê boneyê daxuyanî dan.
HDP: Şoreşa Rojava rûmeta mirovahiyê ye, lê xwedî derkevin
HDP’ê diyar kir şoreşa Rojava tevî ambargo û êrîşên dijmirovî ji bo hemû mirovahiyê heviya wekhevî û azadiyê diafirîne.
Bi domdarî HDP’ê êrişên desthilata AKP-MHP’ê yê bi hevkariya DAIŞ’ê ên li dijî herêmê bi bîr xist û got:
Îktidara AKP’ê û çeteyên DAÎŞ’ê ku neyarê gel û mirovahiyê ne ji bo ku vê şoreşê bifetisînin di nav hewldaneke bênavber de ne.
HDP’ê destnîşan kir ku parastina maf û destkeftiyên gelên herêmê erka hemû kesên azadîxwaz e û daxwaz ji her kesî kir ku şoreşa mirovahiyê bi parêzin.
DBP: Şoreşa Rojava yekitiyeke siyasî û jiyaneke hevpar afirand
Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê jî şoreşa Rojava li gelê Kurd û gelan pîroz kir û wiha got: Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû netew û baweriyan yekitiyeke siyasî û jiyaneke hevpar afirand
Hêzên ku naxwazin şerê li ser axa Kurdan ti caran biqede, li gel hemû astengî û êrişan dîsa jî nikarin vê berxwedanê rawestînin.
DBP’ê têkoşîn û şoreşa Rojava ya ku li Rojhilata Navîn pergala rêya sêyemîn damezirand kir li gelên berxwedêr silav kir.
Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ Şoreşa Rojava silav kirin
Civaka Êzidî û gelên Şengalê jî ev çend roj in bi daxuyanî û çalakiyên cûda Şoreşa Rojava silav dikin.
Îro jî Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi daxuyaniyeke hevpar şoreş pîroz kirin.
Di daxuyaniya ku li Meclîsa Gel a Borik de hate dayîn de ev peyam hate dayîn:
“Şoreşa Rojava, gelê Rojava piştgiriyeke mezin dan civaka Êzidî.
Di fermanê de xwe gihandin me û alîkariya me kirin. Silavên me ji gelê me yê Rojava re heye.”
Daxuyanî bi dirûşmeya ”Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
PADÊ Salvegera 11’mîn a şoreşa Rojava bi daxuyaniyekê pîroz kir