Cenazeyên 2 şervanên QSD’ê Cemîl El-Mehmûd û Xelef El-Xelef li goristana şehîdan a Şedadê hatin oxir kirin.
Şervanên QSD’ê Cemîl Siwêhil El-Hemûd di 29’ê meha Îlonê û Xelef Ehmed El-Xelef di 26’ê Îlonê dema erka xwe bi cih dianîn, şehîd bûn.
Di merasîmê de, kesên ku axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza berdewamiya rêya şehîdan dan.
Piştî ku wesîqeta Şehadetê hate xwendin, şehîd bi dirûşmeyan hatin oxir kirin.
Li Şehbayê şehîd Nagîhan Akarsel hate bibîranîn
Li Efrîn û Şehbayê li Navenda Jineolojî şehîd Nagîhan Akarsel hat bibîranîn.
Di merasîma bîranînê de bi navê endama Navenda Jineolojiyê Henenê Hesen axivî û behsa jiyan û têkoşîna Şehîd Nagîhan kir.
Di merasîmê de sînevizyonek li ser jiyana Nagîhan Akarsel hat nîşandan.