Li Enqerê li ber avahiya Wezareta Karê Hûndir ê Tirkiyê teqîn

Li bajarê Enqere yê Tirkiyê, li pêşiya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk çalakiyeke bombeyî hate kirin.

Hate ragihandin piştî teqînê li cihê buyerê dengê çekan hatiye bihîstin.

Dewleta tirk a dagirker ambûlans û tîmên AFAD’ê ber bi herêmê ve şand, hin herêm li trafîkê hate girtin, ketin û derketina ji meclîsê hate qedexekirin.

Wezîrê Karên Hundir ê dewleta tikr a dagirker li ser hesabê medya dîjîtal ragihand ku du kesan li deriyê pêşiyê yê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Wezareta Karên Hundir çalakiya bombeyî kirine.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesekî êrişa xwekuj pêk aniye û kesê din jî jiyana xwe ji dest daye.

Hat diyar kirin di êrişê de 2 polîsên dewleta tirk a dagirker birîndar bûne.

Li ser çalakiyê agahiyên berfireh bi dest neketin.

Serdozgeriya Komarê dewleta dagirker jî ragihand ku têkildarî bûyerê biryara qedexeya weşanê daye.

Li Enqerê li ber avahiya Wezareta Karê Hûndir ê Tirkiyê teqîn

Back to top button