Li Enqerê li ber avahiya Wezareta Karê Hûndir ê Tirkiyê teqîn

Li nêzî herêma Kizilay a Enqereyê, li pêşiya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk a dagirker çalakiyeke bombeyî hate kirin.

Piştî teqînê hate ragihandin cihê teqînê dengê çekan hatiye bihîstin.

Dewleta tirk a dagirker ambûlans û tîmên AFAD’ê ber bi herêmê ve şand, Bûlwara Ataturk jî li trafîkê hate girtin, ketin û derketina ji meclîsê hate qedexekirin.

Wezîrê Karên Hundir ê dewleta tikr a dagirker Alî Yerlîkaya li ser hesabê medya dîjîtal ragihand ku du kesan li deriyê pêşiyê yê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Wezareta Karên Hundir çalakiya bombeyî kirine.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesekî êrişa xwekuj pêk aniye û kesê din jî jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha Yerlîkaya ragihand ku di êrişê de 2 polîsên dewleta tirk a dagirker birîndar bûne.

Li ser çalakiyê agahiyên berfireh bi dest neketin.

Back to top button