HRE: 31 leşkerên Tirk, 79 çete û 2 sîxur hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê bîlançoya 6 mehên îsal yên çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere kir.
HRE ragihand ku di nava 6 mehan de 31 leşker, 2 sîxurên MÎT’ê û 79 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê bîlançoya çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya 6 mehên dawiyê eşkere kir.

HRE’yê di destpêka daxuyaniyê de bibîrxist ku êrîşên hovane yên hêzên dagirker ên li dijî sivîlan dewam dikin û wiha hat gotin,

“Dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina Efrînê, li hemberî gelê me her cûre pêkanînên der mirovahî pêk tîne. Her roj bi topbaranên dijwar gelê herêmê û xwezaya herêmê tê hedefkirin. Li hember pêkanînên der mirovahî ya dewleta Tirk a dagirker, çalakî û berxwedana hêzên me bi awayek xurtir berdewam dike. Di 6 mehên destpêkê ya sala 2021’ê de li dijî dagirkeran çalakiyên bi bandor hatine lidarxistin.”

Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyên ku di nava 6 mehan de li dijî dagirkeran hatine lidarxistin ev agahî parve kir,

“Hêzên me di 6 mehên destpêkê ya sala 2021’ê de li dijî artêşa dagirker û komên çete, bi giştî 67 çalakî lidar xistin. Di van çalakiyan de; 1 ji wan serleşker, 31 leşker hatin kuştin, 27 leşker jî birîndar bûn. 2 endamên MÎTê hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. 2 ji wan serçete bi giştî 79 çete hatin kuştin, 83 çete jî birîndar bûn.”

Hat diyar kirin di encama çalakiyan de hêjmareke zêde alav û wesayîtên leşkerî jî hatin rûxandin û hêjmareke zêde jî çek û cebilxaneyên dagirkeran hatin desteser kirin.

HRE’yê da zanîn di encama topbarana hêzên dagirker yên li ser herêmê de 4 jê zarok 8 sivîl şehîd ketin û 11 sivîl jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê eşkere kir di encama berxwedana li dijî êrîşên dagirkeran de 5 şervanên wan jî şehîd bûn.

Back to top button