Piştî 2 hefteyan şandeyên Rûsya û Ûkrayna carek din li Tirkiyê civiyan

Ji bo dawî anîna şerê li Ûkrayna, tekane rêya sereke danûstandin tên nîşandan. Lê ji danûstandinên heyî, heta niha ti hêviyek derneketiye. Di vê çarçoveyê de piştî 2 hefteyan îro careke din şandeyên Rûsya û Ûkrayna li Tirkiyê rûbirû civiyan.

Wezîrê Karên Derve yê Ûraynayê Dmitro Kuleba beriya hevdîtinan daxuyaniyek da çapemeniyê û got,

“Em gelê xwe, ax û serweriya xwe di danûstandinande nakin mijara bazarê.

Pirsgirêkên mirovahî di asta herî jêrîn de û gihandina peymana agirbestê ya di asta herî bilind de li ser me ye.”

Wezîrê Karên Hundir ê Ûkraynayê Vadim Denisenko diyar kir ku ew ji hevdîtinê ne li benda avêtina gavekî mezinin.

Rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê jî ragihand, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin heta niha xwe ji bo tawîzan bide amade nekiriye.

Lewra ew ne li nendêne ku pêşketineke cidî di gotûbêjan de bê kirin.

Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov jî duh di daxuyaniyekê de ragihandibû ku heta niha di danûstandinan de ti pêşketineke girîng çênebûye, lê dewamkirina hevdîtinên rûbirû bi serê xwe pêşketineke girîng e.

Back to top button