Keştiya 64 koçberên Kurd dinav de bûn hate rizarkirin

Li Derya Egeyê di saetên dawiyê de, rê li ber trajediyeke din ya koçberiyê hate girtin.
Keştiya koçberên ku 64 kurd jî di nav de bû, piştî bi saetan li nava deryayê asê mayîn, ji aliyê hêzên Yewnan ve hate rizgakirin.

Rojnamevan û Çalakvanê Mafê Koçberan Ranj Pishdarî ragihand ku di derengiya şevaê de keştiyek ku 64 rêwiyên ji netewa Kurd tê de bûn, li deryaya Egeyê bi saetan asê ma bû.

Pishdarî diyar kir ku piştî agahdarkirina tîmên rizgarkirinê yên Yewnanistanê, bi hewara wan çûn û hemû rizgarkirin.

Her wiha destnîşan kir ku di nava rêwiyan de jinek ducanî û zarok jî hebûn.

Di şeva 13 û 14’ê Hezîranê de, keştiyek ku koçber û penaber tê de bûn li peravên Nîvgirava Peloponezê noqî binê avê bûbû.

Li gorî bîlançoya fermî di encamê de 79 kesan jiyana xwe ji dest dan.

104 kes hatin rizgarkirin.

Ji kesên hatin rizgarikrin 47 jê ji Sûrî, 43 jê ji Misrê, 12 jê ji Pakistanê û 2 jî Filistînî bûn.

Aqûbeta kesên din jî nediyarin.

Ji ber keştiya li Yewnan binav bûyî 9 bazirgan hatin binçavkirin

Back to top button