Seulê piştî 6 salan careke din Pyongyang dijmin ragihand

Seûlê piştî 6 salan careke din rêveberiya Pyongyangê weke dijmin ragihand.
Di “belgeya spî” ya hate weşandin de, îşaret bi tevgerên Koreya Bakur hate kirin.

Di “belgeya spî” ya ku tê de Koreya Başûr stratejiya xwe ya parastinê nû kir de, Koreya Bakur weke dijmin ragihand.

Seulê, di heman demê de sûcdar kir ku stokên plutonyuma Pyongyang (elementeke kîmyawî ye) gihîştiye 70 kîloyan.

Kaxeza spî bi berfirehî îşaret bi cebilxaneya Koreya Bakur a zêde ya çekên atomî, mûşek û potansiyela wê ya leşkerî kir.

Di vê belgeyê de gotina “dijmin” a ku di sala 2016’an de ji bo Koreya Bakur hatibû terikandin, ji nû ve hat bikaranîn.

Di belgeyê de mînakên provakasyonên leşkerî û sîber ên Pyongyang ên li dijî Koreya Başûr, ligel zêdebûna çekdarkirina wê hatin dayîn.

Di belgeyê de hat gotin,

“Di dema ku Koreya Bakur bêyî dev ji çekên xwe yên nukleer berde gefên leşkerî dixwe, ev rejîm û artêşa wê dijminên me ne.”

Di raporê de, bal hat kişandin ser çekên nukleerî yên artêşa Koreya Bakur û hat ragihandin ku li vî welatî mîqdara plutonyumê ji 50 kîloyan derket 70 kîloyan.

Di belgeyê de hat gotin, Koreya Bakur gihiştiye rêjeyên “girîng” ji uranyuma pir dewlemendkirî.

Pyongyangê bi şeş ceribandinên xwe yên dawîn “astek girîng a hêza piçûkirina bombeyên atomê” pêşxistiye.

Her wiha hate gotin, ji ber ceribandinên nukleerî û egeriya êrişê, artêşa Koreya Başûr çavdêriya xwe ya li ser Koreya Bakur xurt dike.

Di belgeyê de hat destnîşankirin ku Koreya Bakur 2018’an peymana pêşîlêgirtina şer di navbera her du welatan de, heta îsal 15 caran binpê kiriye.

Cara dawî balafirên bêmirov ên Koreya Bakur ji bo demeke dirêj esmanê Koreya Başûr derbaskirin û ev yek di raporê de weke mînak hate nîşandan.

Di belgeyê de ceribandina moşekên navparzemînê yên Pyongyang a 2022’an jî hate bibîrxistin.

Back to top button