Artêşa tirk a dagirker li her qadê derbên xurt ji şervan û gerîlayan dixwe.
Vê carê jî hem li herêmên parastina mediya û hem jî li bakurê Kurdistanê gerîlayên HPG û YJA Starê çalakiyên bi bandor lidar xistin.
Di çalakiyên gerîla yên li Gever, Mehser a Mêrdînê, Xakûrkê, Avaşîn, Heftanîn û Bestayê de herî kêm 5 leşkerên dagirkeriyê hatin kuştin.
Li dijî dagirkeriya dewleta tirk gerîlayên HPG’ê çalakiyên bibandor pêk tînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên 16’ê Cotmehê ku li herêmên parastina Mediya pêk anîbûn daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de gerîlayan derbên xurt li artêşa dagirkeriya dewleta tirk dan.
Li navçeya gever a Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa tirk ên li Girê Şehîd Elîşêr çalakiyek pêk anîn.
Di çalakiyê de li kozik û stargehên dagirkeriyê hatin xistin.
Lê têkildarî hêjmara kuştî û birîndarên dagirkeran agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.
Gerîlayan li herêma Avaşîn a Qadên Parastinê yên Medyayê li qada Tengava Çeta li dijî artêşa tirk ku xebatên rê dikirin çalakiyek pêk anîn.
Kepçe hate derbkirin û hêjmara kuştiyên dagirkeriyê ne hate zanîn.
Li herêma Xakûrkê, li Girê Şehîd Derwêş artêşa dagirker bû hedefa gerîlayan û 2 leşker hatine kuştin.
Li herêma Heftanînêjî, li Girê Konferansa Mezin di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê ya domdar de gerîlayan çalakiyek sekvaniyê pêk anîn û leşkerekî dagirkeriyê hat kuştin.
Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever gerîlayên YJA Starê 16 li herêma Bestayê ya Şirnexê li qada Eyşedînkê li dijî leşkerên dagirker çalakiyek lidar xistin.
Di vê çalakiyê de li yekine û wesayiteke dijmin hatiye xistin, 2leşkerên hatine kuştin û 1 jê birîndar bû.
HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî yên dagirkeriya dewleta tirk jî dazanîn ku ti ziyan li hêzên wan ne bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê derbarê oparasyona dagirkeriya dewleta tirk a 10’ê Cotmehê ku li qada gundê Tizyan a Mehsertê ya Mêrdînê agahî da.
HPG’ê diyar kir ku di encama şerê li herêmê rûda yî de gelek leşkerên dewleta tirk a dagirker hatine kuştin.
Her wiha gerîlayek jî heta kêliya dawiyê şer kiriye û şehîd bûye.
Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayê şehîd de jî wê di demên pêş de bi raya giştî re were parvekirin.