Li Amerîka di roja Azadiyê de êrişa çekdarî: 23 kes birîndar bûn

Di salvegera roja Azadiyê de, êrişek çekdarî pêk hat kesek mir, 23 jî birîndar bûn.

Hate hînbûn ku di êrîşa li Willowbrookê de 23 kes hatin gulebarankirin û kesek jî jiyana xwe ji dest da.

Êrîş saetên despêka rojê pêk hat.

Rayedaran ji medyaya herêmî re gotin, bi sedan kes ji bo pîrozkirina Roja Azadiyê li otoparka navendek danûstendinê kom bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Alîkarê Şerîf Eric Swanson diyar kir ku di êrîşê de kesek mir û rewşa 2 kesan jî giran e.

Têkildarî êrîşê hê tu kes nehatine girtin.

Polîs teqez kir ku sedema êrîşê jî tê lêkolînkirin.

Li gorî daxuyaniyê, alîkarên şerîf li Willowbrook pîrozbahiya Roja Azadiyê dişopînin û dema ku hatine agahdarkirin li derdora wê şer derketiye.

Piştî vê ew ber bi cihê bûyerê ve çûne.

Ji bo tesbîtkirina tetîkêş, dîmenên kamerayên derdor û yên kesên beşdarî şahiyê bûyî hatin komkirin û lêkolîna li ser wan didome.

Back to top button