Çalakiya konê berxwedanê ya li Dêrikê di roja 4. de bi dawî bû

Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr û rojavayê Kurdistanê nerazîbûn û çalakî dewam dikin. Li Dêrik, Kobanê, Şehba û Reqayê li dijî êrişan peyama bilindkirina têkoşînê hat dayîn û bang li civaka navnetewî jî hat kirin li dijî êrişan bi berpirsyariyên xwe rabin.

Gelên Bakur û Rojhialtê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêber Ocalan di nava çalakiyan de ne.

Çalakiya konvedanê ya li navçeya Dêrikê ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve di 22’ê mehê de hatibû vedan di roja 4’an de bi dawî bû.

Di nava 4 rojan de semîner hatin dayîn û sînevizyon hatin pêşandan.

Îro şêniyên Qamişlo serdana konê çalakiyê kir.

Ciwanên herêma Firat, Minbic, Tebqa û Reqaê konê çalakiyê li Kobanê veda

Li Herêma Firatê li Kobanê,Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo piştgiriya berxwedana gerîla konê çalakiyê li Qada Şehîd Egîd veda.

Ciwanên Herêma Firat, Minbic, Tebqa û Reqayê tevli çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de daxuyanî li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de bang li ciwanên li her çar perçeyên Kurdistanê hate kirin ku piştgirî bidin berxwedana gerîla û tevlî cenga azadiyê bibin.

Di çalakiyekê de şanoyek li ser hevkariya PDK’ê a bi dagirkeran re hate pêşkeşkirin.

Koçberên Efrînê li dijî êrişan meşiyan û nameyek radestî Rûsan kir

Li Şehbayê jî, li dijî plan û projeyên mêtîngeriyê yên dagikeriya Tirk li ser herêmê, şêniyên Efrînê yên li Şehbayê meşek li dar xist.

Bi hezaran kes ji gundê Wehşiyê ber bi Navenda Rûsan a Lihevkirinê meşiyan û li wir daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de gef û êrişên dagirkeriya Tirk li herêmên Bakurê Sûriyê hate şermezarkirin û ji dewleta Rûsya ku qaşo ganatore, hate xwestin ku bi berpirsiyariya xwe rabe.

Şandeyek ji Rûsipî, dayîkên Şehîdan, rêveberiya kampan bi efserê Rûsî re civiyan û daxwazên şêniyên Efrînê bi nameyekê radestî wî kirin.

Meclisa partiya Sûriya Pêşerojê a Reqayê êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê a Reqayê jî bi daxuyniyekê gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Armanca êrişên li ser gelên herêmê ku di nava ewlehî û aramiyê de dijîn, derxistina tevlihevî û guhertina demografiya herêmê ye.

Di dawiya de bang li gelê Sûriyê hate kirin li dijî van êrişan bibin yekdeng,

her wiha bang li civaka navdewletî û hêzên garantor hate kirin ku bi berpirsyariyên xwe rabin.

Back to top button