Dagirkeran ji gundê Şêxutika yê Mabata ciwanek revandin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk ji navçeya Mabata ciwanek revandin, li Efrînê jî 35 darên zeytûnê birîn.

12’ê Çileyê, çeteyan ciwanê bi navê Beşar Henan Reşîd Bixoro yê ji gundê Şêxutika ya Mabata revand.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê da zanîn ku çeteyan bi tewanên nerast ew ciwan revand û birin cihekî ne diyar.

Çeteyan ji bo berdana wî daxwaza 4 hezar Lîreyên Tirk ji malabatê kirin.

Beriya niha jî Beşar du caran hetibû revandin û ji bo berdana wî 600 dolar hatibû standin.

Dagirkeran 35 darên zeytûnê li Efrînê birîn

Li aliyê din, çeteyan ji bo bazarganiya êzingan, li gundê Cûmkê yê Efrînê 35 darên zetyûnê yên şêniyê bi navê Mihemed Yeqûb birîn.

Li nêzî gundê Istêr yê Efrînê jî, çeteyan 15 darên zeytûnê yên Şêniyê b navê Ehmed Xelîl yê ji gundê Qestelê Kişk birîn.

Rêxistinê diyar kir ku çeteyan dest danîn ser zêdeyî 11 darên zeytûnê yên şêniyên gundê Meydankê yê Şera.

Back to top button