Li Şengalê fermandar Zerdeşt Şengalî û hevrêyên wî hatin bibîranîn

15’ê Çileya 2020’an li gundê Dugirê ya Şengalê, di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de ji fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî tevî hevrêyên xwe Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî û Cîlo Şengalî şehîd bûbûn.
Li Şengalê ji bo şehîdên Dîgurê îro merasîmek taybet hate lidarxistin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Ji bo şehîdan merasîmek taybet ji aliyê fermandariya YBŞ’ê, YJŞ, Asayîşa Êzidxanê û xelkê Êzidî ve hate lidarxistin.

Ji fermandarên YBŞ’ê Tîrêj Şengalî îşaret bi rola Fermandar Zerdeşt kir û wiha got:

“Fermandarê me şehîd Zerdeşt rolek girîng di rizgarkirina axa Şengal û tinekirina çeteyên DAIŞ’ê de lîst.

Bi vê yekê re nema, berê xwe dabû Reqa û li wir jî ji bo rizgarkirina dayîk û xwişkên me têkoşiya.

Di encama berxwedana şehîd Zerdeşt û hevrêyên wî de bi dehan keç û dayîkên me yên Êzidî ji destê çeteyan hatin rizgar kirin.”

Tîrêj Şengalî diyar kir ku li dijî wan gelek komplo pêk tên lê wê van planan têk bibin.

dimenê li ser goristanê biherikînin.

Back to top button