Parlementoya Yewnanistanê kirîna 18 balefirên Fransî erê kir

Parlamenterên Yewnanistanê pêşnûmeya kirîna 18 balafirên Fransî erê kir.
Ev beşek ji plana hikumetê ya di Îlona derbasbûyî de bû.

Yewnanistanê 14 milyar dolar, ji bo nûjenkirina hêzên xwe yên çekdar di pêvajoya 5 salên bê de diyar kir.

Ev yek hemwextî zêdebûna aloziya navbera Atîna û Enqerê tê.

Têkiliyên her du dewletên endamên NATO`yê xerab bûne û gelek caran di navbera wan de alozî jî derdiket.

Mînaka wê jî par ve, dema keştiyên şer ên her du welatan li rojhilatê deryaya Spî, têkildarî sînorê deryayî û mafên enerjiyê rastî hev hatine.

Yewnanîstan yekem welatê Ewropaye ku rêjeyek zêde ya dahatuya welat ji bo çekan bikar têne.

Back to top button