Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ji ber ku got ‘PKK ne terorîst e’ hate kuştin

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî piştî ku di televîzyona dewleta Tirk de got ”PKK ne rêxistineke terorîst e”, bû hedefa dewleta Tirk. Tahir Elçî 28’ê Mijdara 2015’an li ber Mînareya Çarling a Amedê ji hêla dewleta Tirk ve hate qetilkirn. Di salvegera 5’an ya şehadeta xwe de Tahir Elçî îro hat bibîranîn.

Îro slavegera 5’emîn şahadeta Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ye.

Tahîr Elçî 14’ê Cohmeha 2015’an di televîzyona CNN a Tirkî de ji ber ku got PKK ne rêxistineke terorîst e bû hedefa dewleta Tirk a dagirker.

Piştî vê bernameyê Elçî hate binçavkirin û îfadeya wî hate standin bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hatibû berdan.

Elçî yê ku 1966’an ji Cizîrê ya Şirnexê bû, 2012’an bû Serokê Baroya Amedê û heta 28’ê Mijdara 2015’an li ser vê erka xwe bû.

Tahîr Elçî di teşhîrkirina bîrên asîdê de xwedî têkoşîneke mezin bû. Li Kurdistanê û Tirkiyê û Ewropayê dihate naskirin.

Elçî dosyayên zilma dewletê yên salên 90’î bir Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û li wir bi Îngîlîzî parastina mafê Kurdan kir.

Elçî yê ku li heqê mirovên ku bi kuştinên ‘faîl nediyar’ hatibûn qetilkirin digeriya û li heqê mexdûrên şewitandina gundên Kurdistanê digeriya tim di hedefa dewletê de bû.

28’ê Mijdara 2015’an Tahir Elçî li ber Mînareya Çarling a Amedê dema banga aşitiyê dikir ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hate kuştin.

Tevî ku dîmen derketin holê, polîsên ku Tahîr elçî kuşt diyar bu jî lê dewleta Tirk weke her carî dîsa kujerên kurdan parast û heta niha ji bo dariznandina vê polîsê ti gav neavîtiye.

29’ê Mijdara 2015’an bi tevlêbûna bi sedhezaran ji bo Elçî li Parka Koşuyoluyê ya Amedê merasîma cenaze hate çêkirin. Piştî merasîmê Elçî li Goristana Yenîkoyê hate veşartin.

Tahîr Elçî îro li ser gora xwe ji aliyê HDP û Baroya Amedê ve hate bibîranîn.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di bîranîna li ser gora Tahîr Elçî de axivî û got: “Ti niyata dewlet û hikumetê nîne ku kuştina Tahîr Elçî ronî bike. Ji ber ku ew jî dizanin ku ronî bike wê hêza tarî eşkere bibe.

Bîranîn bi danîna qerenfîlên ser gora Elçî bidawî bû.

Back to top button