Berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê anî ziman ku Tirkiyê bi rêya êrişên xwe herêmê dagir bike.
Itîmad El-Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan hemû mafên mirovan binpê dike û ev tiştî anî ziman:
”Em plan û niyetên dewleta Tirk yên li dijî me û herêmên me baş nas dikin.
Tirkiyê bi van kirinên xwe hemû mafên mirovan, mîsaqên navneteweyî û mafên dewletên cîran binpê dike.”
Itîmad piştrast kir ku ew ê li hember van êrişan hevgirtî bimînin û nehêlin ku Tirkiyê bighêje armancên xwe.
Itîmad bang li rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî kir ku helwestekê li hember van êrişan nîşan bidin.