Mihemed Ocalan: Ger deriyê Îmraliyê venebe dê pirsgirêka Kurdan çareser nebe

Birayê Rêber Apo, Mihemed Ocalan banga mezinkirina têkoşînê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo kir û piştrast kir: ”Eger deriyê Girava Îmraliyê venebe dê pirsgirêka Kurdan çareser nebe. 

Birayê Rêber Apo, Mihemed Ocalan derbarê qedexekirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re nirxandin kir.

Mihemed Ocalan anî ziman ku tecrîda li ser Rêber Apo 23 salin didome û ti carî ev tecrîd li ser ranebûye.

Mihemed Ocalan bal kişand ser qedexekirina hevdîtina bi parêzer û malbatê jî û got: ”Cezayên dîsîplînê bê hincet in.

Tiştekî ku bibe sedem cezayê dîsîplînê li Ocalan bê birîn tune ye.”

Mihemed Ocalan behsa sedemên girankirina tecrîdê jî kir û ev tişt anî ziman: ”Naxwazin pirsgirêka Kurdî çareser bibe.

Gelê Kurd jî û dewlet jî dizanin ku eger hevdîtin bi Ocalan re bê kirin dê pirsgirêka Kurd çareser bibe.

Lê dewlet naxwaze pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin. Rojeva dewletê li ser tunekirina kurdan e.”

Ocalan piştrast kir ku divê têkoşîna siyasî û demokratîk bê mezinkirin, ger deriyê Îmraliyê venebe dê pirsgirêka Kurd çareser nebe.

Mihemed Ocalan di dawiya nirxandina xwe ev bang li partiyên muxalif kir: ”4 girtî li Îmraliyê dîlgirtî ne.

Ji xeynî HDP’ê çima partiyên din ên muxalefetê napirsin? Carinan hin sazî jî vê yekê dikin rojev.

Lê ji xeynî kurdan kes napirse bê çima her 4 kesên li wir 2 sal in nikarin hevdîtinê bi malbatên xwe re û praêzeran re bikin.

Di vî warî de deshilat û muxalefet heman tişt in. Ev nayê qebûlkirin.”

Back to top button