Eyşa Mehmûd: Divê Barzanî li xwe û dîroka Kurdan vegere

Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê Eyşe Mehmûd diyar kir, ku armanc ji serdana Nesir El-Herîrî ya ji bo Başûrê Kurdistanê, têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Eyşe Mehmûd destnîşan kir ku ev serdan, bi hewldanên ku Rojava bixin dorpêçeke tengav û rûbereke mezintir, nemaze herêmên ku Kurd lê hene, dagir bike, pêk hat.

Eyşe pêşwazîkirina Barzanî ya ji El-Herîrî re, rexne kir û anî ziman ku divê Barzanî li xwe û li dîroka Kurdan vegere”.

Endama Koordînasyona Kongreya Star di dawiyê teqez kir ku planên wan dê bi ser nekevin, ji ber ku gel van planan red dikin û bi rêya yekîtiya Kurdî dê van planan bi dawî bikin.

Back to top button