2’emîn Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbya bi encamnameyekê û hilbijartina endamên koordînasyonê bi dawî bû.
Piştî nîqaşkirina rêziknameya kongreyê, beşdaran bendên wê nîqaş kirin û endamên Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbya hilbijartin.
Kongre bi encamnameyekê bi dawî bû.
Her weha, hin xalên bernameya kar û xebatan weha ne:
- Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, têkoşîn bê mezinkirin, hemle û çalakî bên zêdekirin.
- Li hember êrişên dewleta Tirk, mezinkirina têkoşînê, amadekirina bernameyan û hemleyan.
- Ji bo rêgirtina li pêşiya tundiya li ser jinan û rizgarkirina wê ji zihniyeta baviksalar, têkoşîn were mezinkirin.
- Destpêkirina hemleyên rêxistinî ji komînan ta meclisan.
- Ji bo xurtkirina pergala hevserokatiyê, lidarxistina civînan û amadekirina bernameyan.
- Pêwîst e têgeha ekolojiyê bi rêya hemleyên zana-kirinê bê belavkirin.
- Têkildarî tenduristiya jin û zarokan, zêdekirina hemleyên zanakirinê.
- Ji bo xurtkirina jinan di tevahiya aliyan de, vekirina dewreyên meslekî û fikrî.
- Vekirina werşeyên fikrî, siyasî û aboriyê.