HPG’ê ragihand ku li qadên Metîna û Xakurkê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî kirin û got:
Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn zelal nebû
Her wiha HPG’ê eşkere kir ku qadên wan 19 caran bi balafirên şer,196 caran jî bi çekên giran hatiye bombekirin.
Li ser çalakiyên gerîlayan û êrişan dagirkeran Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.
HPG’ê da zanîn tîmên wan yên bi tevger li Metîna û Xakurkê li dagirkeran xistin û ev agahî parve kirin
Li herêma Metînayê;
Dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî di şeva 17’ê Hezîranê de bûn hedefa çalakiya hêzên me ya bi sabotajê.
Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn zelal nebû. Piştî çalakiyê helîkopter li ser qadê geriyan.
Li herêma Xakurkê jî 18’ê Hezîranê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Şahan hate xistin.
HPG: Herêma Metîna, Zap û Rojavayê wê bi giştî 215 caran hatin bombekirin
Di dewamê de HPG’ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker jî wiha got:
16 û 17’ê Hezîranê qada herêma Metîna, Zapê û Rojavayê wê 19 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Her wiha 17 û 18’ê Hezîranê jî li heman herêm û qadên navborî 196 caran bi çekên giran hatin bombekirin.
Di dawiya daxuyaniyê de HPG’ê her wiha eşkere kir ku Artêşa Tirk a dagirker di 16 û 17’ê Hezîranê de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê jî hewl da bi kepçeyan çeperên me wan hilweşîne.