Hîn Agahî ji nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweser ku PDK’ê ew revandine, nehatiye girtin

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilkerîm Omer anî ziman ku ew ji ber rewşa her 3 nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweser ku ji aliyê PDK’Ê ve hatine revandin bi fikar in û da zanîn hikûmeta Başûr û PDK ji ber ewlehiya jiyana wan berpirsyar in.
Omer diyar kir kiryarên bi vî rengî xizmeta yekîtî û berjewendiyên gelê Kurd nake.

Ev 22 roj in 3 nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê ku ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin.

Di 10`ê Hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz dema berê xwe didan balafirgeha Hewlêrê da ku mêvanan pêşwazî bikin, revand.

Ji wê demê de hêzên ewlehiyê yên girêdayî PDK`ê sedema revandina wan diyar nekiriye û tu zanyarî ji bo PYD û Rêveberiya Xweser nehatine dayîn.

Ebdilkerîm Omer: Hevalên me nehatine girtin, ew hatine revandin

Li ser mijarê hevserokê Daîreya Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ebdilkerîm Omer ji Rojnews’ê re axivî.

Dr. Ebdûlkerîm Omer eşkere kir ku nûnerên Rêveberiaya Xweser û PYD’Ê , nehatine girtin, ew hatine revandin, ji ber ku li wir bi fermî kar dikin.

Omer eşkere kir ku heta niha PDK’ê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî têkildarî revandina û aqûbeta hevalên wan ti bersiv nadane û ew li ser rewşa tenduristiya hevalên xwe gelek bi fikar in.

Ebdilkerîm Omer: Me hêzên navneteweyî xistine dewrê da ku ji bo berdana wan zextê li PDK’ê bikin

Omer destnîşan kir ger tiştek bi her 3 nûneran were PDK û hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsyar e.

Dr. Ebdûlkerîm Omer diyar kir ji ber PDK bersiva wan nade, wan li gel Koalîsyona Navneteweyî ya li Rojava daxwaz kiriye ku zextê li ser PDK û hikûmeta Herêma Kurdistanê bike ku endamên wan berde.

Omer da zanîn di vê dema ku pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyê heye, kiryarên bi vî rengî xizmeta yekîtî û berjewendiyên Kurdan nake.

Hevserokê Daîreya Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ebdilkerîm Omer tekez kir kiryarên wiha bandorê li ser danûstandinên di navbera ENKS û PYNK’ê û seranserî Kurdistanê dike û destkeftiyên Kurdan dixe xeteriyê.

Back to top button