Dagirkeran di Hezîranê de nêzî 2200 top avêtin Şehba û Şêrewa

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe ji dema Efrîn dagirkirine heta niha bê navber êrîşên xwe berdewam dikin. Rojane gundên Şera, Şêrawa û Şehbayê tên topbaran kirin.
Di meha Hezîrana îsal de dagirkeran zêdeyî du hezar guleyên obus û hawanan avêtin herêma Şehbayê û Şêrawayê.

Rojane herêmên Şehbayê û Şêrewa rastî êrîş û topbarana dewleta trik a dagirker û çeteyên wê tên.

Ajansa ANHA’yê Bîlançoya meha Hezîrana borî ya êrişên dagirker ên li ser herêma Efrînê û Şehbayê eşkere kir.

Hat diyar kirin ku dagirkeran rojane gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Meranaz, Malikiyê, Şewarxa, Ziyaretê û Xirêbkê yên Şehba û Şêrawayê topbaran kirin.

Her wiha gundên Hurbil, Elqemiye, Kelê, Tat Meraş, Tinib, Şewarxa , Minix, Soxanekê, Aqîbê, Bênê, Meranazê û gundê Mezin , Meyasê, Dêr Cimêl, Wehşiye û navenda navçeya Til Rifet jî topbaran kirin.

Hat diyar kir ku dagirkera gundên Şehba û Şêrewa bi 1667 obis û 524 hawanan topbaran kirin.

Her wiha dagirkeran caran bi tankan jî herêm topbaran kirin.

Di êrîşên Hezîrana borî de zarokeke 14 salî hat kuştin

Hat ragihandin ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa de zaroka bi navê Zeyneb ya 14 salî şehîd bû.

28`ê meha borî jî di navbera gundê Basilê û Aqîbê yên navçeya Şêrawayê de mayîneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi şivanê bi navê Mîrzan Xelîl de teqiya û bi giranî birîndar bû.

Hat destnîşan kir ku dagirkeran zeviyên li Ezaz û Meryemînê dan ber agir.

Hat diyar kirin, balafirên keşfê û yên şer jî rojane li ser asîmanê herêmê geriyan.

Back to top button