Li Kanada ji ber germahiyê di 5 rojan de 486 kes mirin

Germahiya rojê êdî gihiştiye astekî metirsîdar.
Li rojavayê Kanada ji ber pileya germahiya zêde tenê di 5 rojên dawiyê de nêzî 500 kes mirin.

Seroka Saziya Tiba Edlî ya Brîtanya Columbia Lisa Lapointe bibîr xist ku dema ku li seranserê parêzgehê ji ber pêlên germê yên di vê demê salê de li parêzgehê 165 mirin.

Ev dane jî weke jimara herî zêde hate bibîrxistin.

Lapointe ragihand ku di nava 5 rojên dawî de bi kêmanî 486 kes ji nişkave mirine.

Sedema vê yekê jî weke germbûna rewşa hewayê ku sê qatan zêde bûye.

Lapointe diyar kir ku ji sedî 195 jimara miriyan zêde bûye û bi hatina agahiyên nû yên li ser rewşê re metirsiya zêdebûna vê yekê jî heye.

Lapointe got, li hin herêman, ji ber zêdebûna mirinên ji nişka ve, pisporên tiba edlî di bersivdayîna banga gel de direng man.

Germa zêde, ya ji hêla pisporan ve wekî “qubeya germê” tê pênasekirin, li eyaletên Alberta, Yukon û Erdên Bakur-rojava, û her weha parêzgeha British Columbia jî bi bandor e.

Germahiya rekorê ya herî dawî li bajarê Lytton 49.9 pile bû.

Li gel vê li hundurê Brîtanya Columbia û deverên Alberta germahiya zêde ya heyî jî didome.

Back to top button