Şandeyeke Katalonyayê serdana kampa Waşûkanî kir

Îro şandeyeke ji Partî, Parlamanto û Şaredariyên Meclisa Herêma Katalonyayê ya Spanyayê serdana kampa Waşûkanî kir da ku ji nêz ve rewşa koçberên bişopîne.

Şande ji endamê parlamantoya Katalonyayê Ruben Wagensberg, şaredarê berê yê Capellades li Katalonyayê aleix Auber pêk dihat.

Şandeyê û rêveberiya kampê derbarê rewşa kampê bi giştî axivîn.

Hevserokatiya kampa Waşûkanî Stêra Reşik behsa rewşa koçberan, zehmetiyên dikişînin û
rêxistinên ku nabin alîkar kir.

Ruben Wagensberg jî, sedema serdanê anî ziman û diyar kir ku ji bo zexteke siyasî li ser dewleta Tirk were kirin ew kar û xebatê dikin.

Her wiha got, ew têkildarî sûcên dewleta Tirk belgefilimekê amade dikin.

Paşê şande li kampê geriya, da ku nêrînên koçberan bişopîne.

Back to top button