Rêveberiya Xweser banga darizandina Ebû Şeqra di dadgehên navdewletî de kir

Piştî civîna Itîlafa Sûrî bi serçeteyên Artêşa Niştimanî re, Rêveberiya Xweser nameyek ji Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan, NY û Komîteya Navdewletî ya Serbixwe bo Sûriyê re şand. Rêveberiyê bang kir ku serçeteyên bi navê Hatim Ebû Şeqra, ku di nav de kuştina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef, gelek sûcên şer û dermirovî kirine, radestî dadmendiyê were kirin.

Rêveberiya Xweser, derbarê civîna Itîlafa Sûrî bi serçeteyên Artêşa Niştimanî re, li ser zimanê buroya têkiliyên xwe ya derve, nameyek ji Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan, şanderê NY bo Sûriye û Komîteya navdewletî ya serbixwe bo Sûriyê re şand.

Buroyê civîna Itîlafa Sûrî bi serçeteyên Artêşa Niştimanî, gava serdana Efrîn û Izazê kiribû, bi bîr xist.

Di nava serçeteyên Artêşa Niştimanî de, Serçeteyê bi navê Hatim Ebû Şeqra, yê gelek sûcên şer û yên dermirovî di sikura wî de ne, hebû.

Buroya Rêveberiya Xweser, ji ber Itîlafa Sûrî bûye sîwaneke siyasî ya terorîst û sûcdarên şer, banga cezakirina Ebû Hatim di dadgehên sûcên şer de kir.

Ev kes jixwe ji bilî sûcên cihêreng, xwîna siyastmedara Kurd Hevrîn Xelef jî di stûyê wî de ye.

Rêveberiya Xweser di nameya xwe de, hêvî ji Komeseriya Bilind a Mafên Mirovan, Şanderê NY bo Sûriye û Komîteya navdewletî ya Serbixwe li Sûriyê kir ku, hevdîtina Îtilafa Sûrî bi van çeteyan re şermezar bike û Ebû Hatim bo dadmendiyê were radestkirin.

Tê zanîn, gelek rapor ji rêxistinên mafên mirovan, derbarê binpêkirinên çeteyên koma binavê Arêşa Niştimanî derheqê sivîlan, nexasim Kurd û pêkhateyên din ên bakurê Sûriyê, derketin.

Komîteya lêpirsînê ya navdewletî jî teqez kiribû jî ku Ebû Şeqra serkirdeyekî Lîwaya bi navê Ehrar El-Şerqiya, anku Lîwaya 123’an ji Artêşa Niştimanî ye û piraniya çeteyên vî Lîwayî, çeteyên berê yên DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê bûn.

Ji bo sûcên Itîlafa Sûrî ya girêdayî dewleta Tirk, 23 rêxistinên mafên mirovan, berî niha banga xistina wê bo lîsteya terorê kiribû.

Back to top button