Li eyelta Bayren qedxeya bilindkirina alên YPG û YPJê hat rakirin

Bilindkirina alên YPG/YPJê ku li Almanyayê qedexe bû, ji aliyê Dadgeha Bilind a eyeleta Bayernê, hat rakirin.

Dadgeha Almanî da zanîn ku ev biryar li gelemperiya welat ji bo yên ku destekê didin berxwedana Rojava û têkoşîna azadiya Kurd eleqedar dike.

Li gorî dadgehê, YPJ ne girêdayî PKKê ye û di bûyera ku ala YPJê tê de hatiye hildan, propagandaya PKKê nehatiye kirin û tenê rakirina alê tê wateya piştevaniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Rakirina qedexeya bilindkirina alên YPG/YPJ’ê, di rûniştina Kurdê bi navê Kemal Goktepe de ku ala YPJ’ê bilind kiribû û polîsan ceza lê birînbû, pêk hat.

Back to top button